Kanûn 02, 2025 18:55 Asia/Tehran
  • Berdewambûna liv û tevgerên Rejîma Siyonîst li başûrê Sûriyê

Çavkaniyên sûrî ragihandin ku liv û tevgerên Rejîma Siyonîst li başûrê Sûriyê didomin.

Artêşa dagirker a Rejîma Sîyonîst bi wesayîtên leşkerî û tankan derbasî nav Tel Kurum Ceba û Semedaniyê li derdora Quneyterê bûn û xalên lêgerîn u kontrolê li ser rêya Semedaniya rojhilat û bajarokê Xan Arnebê li derdora Quneyterê danîn. Hêzên dagirker di êrişa ser Semedaniyê li derdora Quneyterê xaleke leşkerî ya valakirî teqandin. Hevdem medyayên sûrî  derbarê firîna balafirên Rejîma Siyonîst li esmanê Quneyterê û başûrê Şamê agahî dan.

Hêjayî gotinê ye ku Rejîma Siyonîst ji midehek berî niha ve dest bi êrişên berfireh ser Sûriyê kiriye û hin deverên Şamê bombebaran dike.

Serepeyv