Kanûn 01, 2025 19:53 Asia/Tehran
  • Destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê didomin

Çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê ragihandin ku destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser axa wî welatî didome û siyonîst siyasetên xwe yên destdirêjiyê û binpêkirina peymana terikandina dijminatiyê didomînin.

Çavkaniyên sûrî îro ragihandin leşkerên siyonîst ên dagirker bi wesatyîtên leşerî ketin nav axa Sûriyê û li jorayî girika Ebû Qebîsê li derdora Quneyterê bi cih bûn.

SANA Newsê jî ragihand ku Rejîma Siyonîst bi destdirêjiya ser gundewarên Quneyterê û Derayê û êrişa ser welatiyan, destdirêjî û binpêkirina peymana terikandina dijminatiyê ya sala 1974an berdewam dike.

Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser bajarokê Beyt Cinê li derdora Şamê de ku roja înîyê pêk hatin, di pevçûna ku navbera xelkê vî bajarokî u leşkerên Rejîma Siyonîst de derket, 13 welatiyên sûrî şehîd bûn û û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv