Mijdar 24, 2025 18:34 Asia/Tehran

Çavkaniyên sûrî behsa bikaresatbûna rewşa li Humsê û dorhêla wê û dirêjkirina dema qedexeya hatûçûnê têde kirin.

Berpirsên Sûriyê li dû kuştina bi dehşet a kesekî li bajarê Humsê, di vî bajarî de qedexeya hatûçûnê ragihandin û li ser hewldanên ji bo bikaranîna vê mijarê bona pêkanîna bêserûberiyê û têkdana aramiya navxweyî, pêhişyarî dan.

Îro jî Navenda Fermandetiya Ewlehiya Navxwe ya Humsê di daxuyaniyekî de ji bilî ragihandina dirêjkirina dema qedexeya hatûçûnê li hin taxên vî bajarî, ji hemû xelkê van taxan xwest ji bo parastina canê xwe û kemilandina karên meydanî, pêbendî wan destûrxebatan bin ku tên weşandin.

Ji hêla din ve nêzî Çar salan piştî têkçûna hikûmeta Esed û teblîxata berfireh a hikûmeta Colanî li ser ketina Sûriyê nav qonaxeke nû ya pêşketin û geşepêdanê, nika sûrî bi rastiyeke tehl re rûbirû bûne: Zêdebûna herî mezin a nirxê elektrîkê jiyana wan a rojane felec kiriye û bi mîlyonan kes xistine nav hejartiyeke giran.

Di yek sala buhurî de navçeyên curbicur ên Sûriyê ji wan navçeyên Elewî, Derûzî û Kurdan bûne şahidê êriş û şidetên hêzên di bin fermana Colanî de.

Serepeyv