Daxûyaniya Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê derbarê pevçûna bi hêzên HSDê re
Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, tevî piştrastkirina pevçûna giran navbera hêzên hikûmeta vî welatî û hêzên HSDê li derdora Reqayê, derbarê kuştina du leşkerên artêşê agahî da.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand: Di encama êrişa HSDê ser hêzên hikûmeta demkî yên vî welatî li herêma Meidanê li derdora Reqayê (bakurê rojhilatê Sûriye) de, du ji van hêzan hatin kuştin.
Di vê daxûyaniyê de hatiye: Piştî pevçûnên giran û êrişên giran bi çekên cûrbecûr li navçeya Meidanê li derdora Reqayê, HSDê li ser çend cihan serdest bû. Hêzên me bersiva agirê giran dan û êriş pêk anîn, ku di encama wê de karîn meqerên ji destdayî vegerînin.
Çavkaniyên nûçeyan vê sibê derbarê pevçûnêngiran navbera hêzên HSDê û hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li rojhilatê Reqayê agahî dan û ragihandin ku ev pevçûn li ser mêhwera gundê Qanem Elî bûne.