Laziqîye- Di navbera hêzên Colanî u hogirên Esed da pevçûn derket
Mijdar 13, 2025 18:25 Asia/Tehran
Medyayên xwecî ragihandin ku di navbera hêzên Colanî u hogirên Bişar Esed da li bakur- rojavaya Sûrîyê pevçûn derket.
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku di navbea Hêzên Ewlehîya Hundurîn ên Colanî û komeke hogirên Bişar Esed da li nêzîkî şarê Cebeleyê li derdora Laziqîyê da pevçûn derket.
Çavkanîyekî emnî yê rejîma Colanî ragihand: Di pevçûnên hanê da 3 hêzên Ewlehîya Hundurîn ên Colanî birîndar bûn.
Hin çavkanîyên nûçeyan jî ragihandin ku 13 hogirên Bişar Esed li devera Şêx Bedir ser bi Tertûsê hatin girtin.