Hevpeymaniya Neteweyî ya Sûriyê: Sedî 96ê xelkê Sûriyê di bin xeta xizanîyê de ne
Endamê Hevpeymaniya Neteweyî ya Sûriyê got ku rêjeya xizanî û feqrê li welêt sedî 96 e û 22 hezar leşkerên sûrî di rewşeke nalebar di zindanê de ne.
Hêysem Mena, endamê Hevpeymaniya Neteweyî ya Sûriyê û ji dijberên hikûmeta berê ya Beşar Esed li Sûriyê got ku nêzîkî 22 hezar leşkerên artêşa Sûriyê û kesên ku di dawiya serokkomartiya Beşar Esed de çekên xwe danîn, li zindanên hikûmeta Colanî di rewşeke nalebar de derbas dikin. Mena bal kişand ser destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê û bêdengiya hikûmeta Colanî û got ku tîma Colanî ji bo mayîna ser desthilatê amade ye her karekî bike. Wî tekez kir ku Sûriye xwedî potansiyelên mirovî yên zav e lê rejîma Colanî wan wêda dide yan jî ji holê radike ji ber ku wan wekî xeterekê ji xwe re dibîne.