HSD îdiaya êrişa ser çeperên hêzên Colanê derew da zanîn
Navenda medyayê ya HSD`ê di daxuyaniyekê de ragihand ku nûçeya êrişa hêzên wan ser çepereke artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê li nêzîkî Bendava Tişrînê rast nîne û bûyera ku qewimiye ji ber teqîna maynên hêzên hikûmeta demkî ya Colanî bi xwe bûye.
Di daxuyaniya HSD`ê de hatiye ku kuştina du hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê li nêzîkî Bendava Tişrînê di rastiyê de ji ber teqîna maynan bûye ku hêzên Colanî demek berê li vê navçeyê çandibûn û hêzên HSD`ê êrişî ser baregeha hêzên hikûmeta demkî nekirine. HSD`ê ragihand ku ew hertim pabendî rêkeftina 10`ê Adarê navbera Mezlûm Ebdî û serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, Colanî ne. SANA Newsê ku nûçeyên xwe ji Wezareta Berevaniyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê werdigire, ragihandibû ku di encama êrişên hêzên HSD`ê ser hêzên hikûmeta demkî li nêzîkî Bendava Tişrînê li gundewarê Helebê de, du hêzên wê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.