Cotmeh 25, 2025 18:15 Asia/Tehran

Hêzên Rejîma Sîyonîst careka din êrişên ser axa Sûrîyê û dagirkerîya li hin navçeyên derdora Quneyterê domandin u di vî halî da hikûmeta Colanî himber vê yekê bêdeng e.

Çavkanîyên xwecî li parêzgeha Quneyterê ya SÛrîyê ragihandin ku komeke hêzên Rejîma Sîyonîst bi 5 maşînan êrişî gundê Semedanîya Rojhilat li derdora parêzgeha Quneyterê kirin. Çavkanîyên hanê ji Ajansa Nûçeyan a Al Mayadînê ra gotin ku heyamek e ku xwofirrên Rejîma Sîyonîst li esmanê vê parêzgehê digerin u hikûmeta demkî ya Colanî jî ti bertekek nîşan nedaye.Hêzên Rejîma Sîyonîst a dagirker pêşdaçûna ber bi gundê Hemdîye li derdora başûra Quneyterê jî domandin û 2 maşînên giran ên veklandinê, boldozêrek u kamyonek digel xwe da derbasî wê herêmê kirin u dest bi ramalîna 100 donim erdê parastî li bakura Quneyterê kirin.

Li gorî rapora çavkanîyên xwecî, hêzên dagirker ên Rejîma Sîyonîst herwiha xaleke lêgerîna leşkerî li otobana Selamê danîn ku tenê 40 kîlometran dûrî Şamê ye. Beşeke hêzên dagirker ên Rejîma Sîyonîst jî bi 8 maşînên leşkerî, panzêrek û 2 tankan ji mêhwera Til Kerûmê va pêş da çûn u derbasî şarê wêranbûyî yê Quneyterê bûn û komeke leşekrên Rejîma Sîyonîst jî êrişî gundê Ofanîya li derdora Quneyterê kirin.

Ji hêla din va, hêzên Rejîma Sîyonîst êrişên bi top u balafiran ser binkeyên Sûrîyê li başûr u derdora Şamê zêde kirine. Tevî vê rewşê, hikûmeta demkî ya Colanî bêdeng e. Herwiha muzakireyên emnî yên di navbera Rejîma Sîyonîst u hikûmeta demkî ya Colanî da ji bo vegerandina istiqrarê li sînorên başûra Sûrîyê bê-encam mane. 

Serepeyv