Cotmeh 23, 2025 16:18 Asia/Tehran
  • HSD serkirdeyekî girîng ê DAIŞê girt

Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) ragihand ku yek ji serkirdeyên girîng ên DAIŞê di encama operasyoneke emnî da girt.

HSD ragihand ku di operasyonekê de ku duh li bajarokê Meskene yê rojhilatê Helebê li dar xist da, Ehmed Xelef El Hisê serkirdeyekî DAIŞê girtiye.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon piştî şopandineke îstixbaratî ya hûr a li ser tevgerên wî serkirdeyê DAIŞê hatiye lidarxistin.

Di operasyonê de, HSD dor li cihê ku Ehmed Xelef Hisên xwe lê vedişart girtîye û ew girtîye.

HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dê ji bo parastina aştiya navxweyî û jiyana sivîlan, erkê xwe ya şopandina DAIŞê û şaneyên wê bidomînin.

Serepeyv