Rêkeftina berayî navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyê derbarê tevlîkirina hêzan
Mezlûm Ebdî, serfermandarê HSD`ê, bal kişand ser berdewamiya gotûbêjên bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re û ragihand ku wan bi rayedarên hikûmeta demkî ya Colanî re ser mekanîzma tevlîkirina hêzên Kurd di wezaretên berevanî û navxwe ya Sûriyê de li hev kirine.
Mezlûm Ebdî ragihand ku lihevkirinek berayî bi hikûmeta demkî ya Sûriyê re li ser mekanîzma tevlîkirina hêzên HSD`ê di nav wezaretên berevanî û navxwe de pêk hatiye û niha li Şamê gotûbêjên ser vê mijarê berdewam dikin, lê di navbera her du aliyan de li ser çawaniya cihanîna vê lihevkirinê nakokî hene.
Mezlûm Ebdî her wiha ragihand ku vegera ewleh û rêxistinkirî ya awareyan bo cih û warên xwe yek ji armancên bingehîn yên siyasetên HSD`ê ye û divê ev pêvajo bi garantiyên qanûnî û navneteweyî were meşandin da ku karesatên berê yên ji bo sivîlan dubare nebin.