Berdewambûna awaretîya 200 hezar kesî li herêma Suweyda ya Sûrîyê
Cotmeh 11, 2025 13:20 Asia/Tehran
Di halekî da ku 3 meh ji pevçûnên li Suweydayê derbas dibin, zêde ji 200 hezar kes ji niştecîyên vê navçeyê bi hegera bêewlehîtî û tirsa canê hela jî nekarîne bizvirin mala xwe.
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku dûhatên kavilkarîyê hela jî li gundên rojava u bakura Suweydayê xûya dikin û niştecîyên wan gundana tevî derbasbûna nêzî 3 mehan ji awaretîyê, hela jî nikarin bizvirin mala xwe. Tê payîn hejamra wan di navbera 170 hezar u 200 hezar kesî da be. Pevçûnên li Suweydayê di 13ê Tîrmehê di navbera hêzên terorîst ên Colanî û Durzîyan da dest pê bûn û bilî ku di encamê da bi dehan kes hatin kuştin, bi dehan hezar kes jî neçar man aware bibin, nêzî 36 gund hatin şewitandin û gellek cinayet hibmer sivîlên Durzî û çolnişîn hatin kirin.