Cotmeh 07, 2025 19:02 Asia/Tehran

Di encama pevçûnên şeva borî navbera Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Hikûmeta Demkî ya Colanî û Kurdên Sûriyê li taxên kurdnişîn ên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li Helebê, bi dehan kes hatin kuştin an birîndar bûn.

 Tevî lihevkirina navbera Colanî û Mezlûm Ebdî, Fermandê HSD`ê, bi taybetî derbarê ewlehiya taxên Kurdnişîn ên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li Helebê, di  encama pevçûnên şeva borî navbera hêzên ewlehiya navxweyî yên hikûmeta demkî ya Colanî û Kurdên Sûriyê  li van deverên Helebê de bi dehan kes hatin kuştin an birîndar bûn. Ger çi îro  medyaya hikûmeta demkî ya Colanî derbarê bidawîhatina pevçûnan li taxên Kurdnişîn ên Eşrefiye û Şêx Meqsûd li Helebê agahî dan lê rayedarên hikûmeta demkî ya  Colanî  bi ragehandina vê yekê ku di encama  pevçûnên şeva borî de 3 hêzên ewlehiya navxweyî yên Sûriyê hatin kuştin û hejmarek ji van hêzana jî birîndar bûne, HSD bi binpêkirina gairbesê tawanbar kirin. JI aliyê din ve HSD bi  ragihandina vê yekê ku di dema pevçûnê de ew  li herêmê nebûn, hikûmeta demkî ya Colanî wekî destpêkerê pevçûna bi Kurdên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê li Helebê re da zanîn. Li gorî şahidên bûyerê, artêşa Sûriyê berê her du taxên Kurdnişîn ên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê  li Helebê dorpêç kiribû ku ev yek bû sedema nerazîbûnên perate yên niştecihên van deveran  û di destpêkê de, li derdora van her du deveran pevçûnên perate û avêtina roketan li ser deverên niştecihbûnê hatin dîtin. Şehedên bûyerê jî  ragehandin ku piştî ku çekên giran ên hêzên Colaniyê ketin Eşrefiye û Şêx Meqsûdê, wan dorpêçê tengavtir kir û ber bi  xelkê deverê ve gulle avêtin  ku di encama van pevçûnan de kesek hat kuştin û zêdetirî 50 kes birîndar bûn. Ferhad Şamî, berdevkê HSD`ê, tevî şermezarkirina êrişa leşkerên hikûmeta demkî ya Colanî ser deverên Kurdnişîn yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li  Helebê  tohmetên hikûmeta Colanî li dijî hêzên HSD`ê red kir û got: HSD li gorî lihevkirina navbera Colanî û Mezlûm Ebdî li van her du taxan ti hêzên xwe tune. Wî hişyarî da ku kiryarên hikûmeta demkî ya Colanî zexteke bi talûke ye ku rewşa mirovî ya niştecihan xirabtir dike. Rêxistina Çavdêrê Mafên Mirovan a Sûriyê her wiha ragihand ku hikûmeta demkî ya Colanî ji komên hevpeymanê Tirkiyê xwestine ku ji bo operasyonên  dijî hêzên HSDê li herêma Dêr Hafir û mêhwera bendava Tişrînê amade bibin û armanca van hewldanan ew e ku zextê  bînin ser HSD`ê ku daxwazên hikûmeta demkî ya Colanî qebûl bike.

Serepeyv