Cotmeh 03, 2025 19:03 Asia/Tehran
  • Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê: Hilbijartina Meclîsa Gel a hikûmeta demkî narewa ye

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê ragihand ku hilbijartina Meclîsa Gel ku hikûmeta demkî ya Sûriyê dil heye li dar bixe, nunertiya gel nake û rewatiya xwe tine.

Koser Doku ji ber kiryarên hikûmeta demkî ya Şamê rexne kir û got: Ji kongreya neteweyî heta amadekirina destûra bingehîn û niha jî lidarxistina hilbijartinan, nunertiya rastî ya gelê Sûriyê û xwestekên wan nehatine berçavgirtin. Hikûmeta demkî ya Sûriyê plan darêştiye ku 5ê Cotmehê hilbijartina Meclîsa Gel li dar bixe. Ev hilbijartin li Heseke, Reqa, Dêrezor û Siwêdayê dê neyê lidarxistin. Di eynî demê de serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, Colanî, dixweze ku xwe sê yekê parlimanteran destnîşan bike.

Serepeyv