Cotmeh 03, 2025 18:19 Asia/Tehran
  • Zexta ji derve ser hikûmeta Colanî ji bo muzakireya bi kêmîneyên Sûriyê re

Hevseroka Dayra Sîyaseta Derve ya HSDê li bakur û rojhilatê Sûriyê daxwaza zexta civaka cîhanî ser hikûmeta Colanî jibo gotûbêja bi kêmîneyan bi taybetî bi kurdan re kir.

Îlham Ehmedê, bal kişand ser vê yekê ku tenê bi beşdarbûna rastî ya kêmîneyan di pêkhateya hikûmetê de dikarin aşitî û pêşketinê bi dest bixin û got: Serkutkirina kêmîneyan û êrişên firqeyî ser Xiristiyan, Kurdan, Elewî û Durzîyan dê tundûtûjî û şerê navxweyî zêde bike. Îlham Ehmedê amadekirina  destûrek bingehîn a nû bi  tekeziya ser nenavendîbûnê û beşdariya rastî ya kêmîneyan wek çareserî da zanîn û tekez kir ku kurd bi dû cudayîxwaziyê nînin belku daxwaza rêveberiya xweser di çarçoveya Sûriya hevgirtî de dikin.

Serepeyv