Cotmeh 01, 2025 17:15 Asia/Tehran
  • Bicihbûna hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê li derdora taxên kurdnişîn ên Helebê

Çavkanîyên nûçeyan ên sûrî ragihandin ku hêzên Colanî bi danîna berbendên leşkerî u çeperan li derdora taxa kurdnişîn a Eşrefîye û herêma Lîrmon ên Helebê, hejmara xwe zêde u giran kirine.

Li gorî raporan, hêzên hikûmeta demkî ya Colanî li taxa kurdnişîn a Eşrefîyê û navçeya Lîrmon ên Helebê çeper u berbendên leşkerî zêde kirine û dest bi liv u tevgereke tund kirine. Hêzên Colanî li wan navçana cîyên sivîl u navendên girîng ji bo karên leşkerî bi kar tînin.

Hevgavê vê yekê Konseya Sivîl a taxên Şêx Meqsûd u Eşrefîye li Helebê di daxûyanîyekê da ragihand ku hikûmeta demkî ya Sûrîyê rêkevtinameyên berê yên digel HSDê binpê kirîye û divê himber kiryarên komên ku êrişî sivîlan dikin, bersivê bide. 

Serepeyv