Îlon 30, 2025 17:20 Asia/Tehran
  • Derbaskirina amûrên leşkerî yên nû yên Amerîka û Tirkiyê nav Sûriyê

Di demekê de ku alozî li rojhilatê Helebê û bakur-rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe, Di halekî de ku nakokiyên li rojhilatê Helebê û bakur Rûjhilatê Sûriyê zêde bibin hevdem ku alav û hêzên leşkerî yên Tirkiyê dikevin deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê , Amerîkayê jî karwanek ji dehan kamyonan hilgirê alavên leşkerî û locîstîkî şand baregehên xwe li Hesekê.

Çavkaniyên meydanî yên girêdayî Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê ragihandin ku rêya sereke ya Heleb-Reqeyê ji bo sêwemîn roja  li pey hev li herêma Dêr Hafirê li rojhilatê Helebê, girtî maye. Di heman demê de, hêzên Tirkiyê ber bi baregeha hewayî ya Kuyris ve hatine şandin.

Ji hêla din ve Çavdêrê Mafên Mirovan ê Sûriyê her wiha ragihand ku Amerîkayê  karwanek ji 25 kamyonên hilgirê alavên leşkerî û locîstîkî ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî Sûriyê kiriye û ev alav ji deriyê El-Welîd bo baregeha Qesrikê li derdora Hesekê hatine veguhastin.

Serepeyv