Îlon 29, 2025 20:38 Asia/Tehran
  • Berdewambûna liv u tevgerên leşkerî yên dagirkerên amerîkî li bakura Sûrîyê

Çavkanîyên sûrî basa liv u tevgerên leşkerî yên bêmînak li duyemîn binkeya neqanûnî ya dagirkerên amerîkî li bakura Sûrîyê dikin.

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku karwanekî giran u dirêj ê hêz û alavên leşkerî yê amerîkî derbasî duyemîn binkeya neqanûnî ya dagirkerên amerîkî li bakura Sûrîyê ango binkeya Qesrokê bû.  

Çavkanîyên hanê ragihandin ku bidû derbasbûna karwanê hanê, tivdîrên emnî li binkeya Qesrokê hatin tundkirin. Ew karwanê leşkerî ji derbasgeha Welîd a di navbera Iraq u Sûrîyê va di nav tivdîrên giran ên emnî derbasî binkeya Qesrokê li bakura Sûrîyê bûye. Karwanê leşkerî ji 50 kamyonên hilgirê alavên leşkerî pêk dihat.

Amerîkayê di salên vê dawîyê da hin binke bi heceta têkoşîna himber DAIŞê l iaxa Sûrîyê ava kirîye û hin deverên axa Sûrîyê jî dagirkir kirîye. 

Serepeyv