DAIŞê li Dêre Zorê êrişî HSD kir
Îlon 26, 2025 17:20 Asia/Tehran
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di êrişeke DAIŞê de 5 şervanên wan canê xwe ji dest dane û şervanek jî birîndar bûye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku DAIŞê li bajarokê Behra el-Wustayê yê rojhilatê Dêrezorê êrişek pêk aniye û piştî şer û pevçûnên dijwar, operasyonên lêgerîn û şopandinê ji bo girtina DAIŞiyên reviyayî dest pê kiriye.