Îlon 21, 2025 17:32 Asia/Tehran
  • Li ser revandina Kurdan li Sûriyê hişyarî hat dayîn

Saziyeka mafên mirovan pêhişyarî da ji serê sala 2025`an wir ve nêzî 200 welatiyên Kurd li Sûriyê bi taybet li Şam, Heleb û Efrînê hatine revandin.

Ev revandin bi giştî ji aliyê kesên çekdar û bêyî hikmê dadweriyê pêk tên û gelek malbat ji tirsa revandina endamên xwe ranagihînin. Para zêde ya revandinan li Efrînê bûye ku di bin kontrola çekdarên di bin sîvana Tirkiyê da ye. Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê jî wendabûna zêde ji 1600 kesan li gişt Sûriyê ji serê salê ve ragihandiye. Ev pêla revandina mnirovan di rewşekê da ye ku hikûmeta Colanî ji ber binpêkirina mafên kêmîneyan û zalkirina desthilata hikûmeta navendî li Qanûna Bingehîn a nû, bi tundî hatiye rexnekirin. Hevgavê viya di encama alozî û şidetên eşîran li parêzgehên Derûzî û Elewiyan de bi sedan kes hatine kuştin.

Serepeyv