Mihemed Îsmaîl: Divê hemû tevgerên Kurdan di xwerêveberiyê de cig bigrin
Serokê ENKSê ragihand: Divê hemû tevgerên Kurdî di rêvebirîya bakur û rojhilata Sûriyê de beşdar bin.
Mihemed Îsmayîl gotiye: Armanca ENKSê, li gorî biryarên konferansa 26ê Nîsanê, avakirina nûnertiyek hevbeş a Kurdî û xurtkirina hevgirtina di navbera partiyan de ye. Îsmayîl derbarê sefera muhtemel a desteya vê encumenê ya Şamê de jî got ku ENKS dê bi awayê serbixwe neçe, lê hewil tên dayîn ku ligel tevgerên din ên kurd nûnertiyek hevbeş ava bike.Wî amaje bi peymana berayî ya bi Şamê re kir û got ku hûrgulî hîn jî têne zelalkirin. Wî plana Mezlûm Ebdî Serfermandarê HSD jî ji bo xurtkirina hevgirtinê da zanîn û got ku ji bo pêkanîan pêbaweriyê divê hemû tevger di pêkhateya xweser de cih bigrin. Îsmayîl bi bîr xist ku bingeha parvekirina pişkan hema rêkevtinameya Duhokê ya di sala 2014an de ye: ENKS sedî 40, Tevgera Civaka Demokratîk sedî 40 û sedî 20 ji partiyên din.