Li Dêre Zorê va êrişî HSDê hat kirin
Îlon 14, 2025 18:02 Asia/Tehran
Îro ji rojhilata parêzgeha Dêre Zorê va êrişî HSDê hat kirin û HSDê jî hikûmeta Colanî berpirsê vê êrişê zanî.
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxûyanîyekê da ragihand: Ew êrişa li nêzîkî Pira `Eşrare li bajarokê Derencê li perravên çemê Firatê qewimî û komên çekdar ên ser bi hikûmeta Colanî ew êrişa pêk anîne.
Li gorî daxûyanîya HSDê, êrişa ser HSDê di demekê da bûye ku wan hewleke qaçaxçîyan li çemê Firatê pûç dikir. HSD herwiah ragihand ku pevçûna di navbera wan û hêzêbn ser bi Colanî da didome.
HSD herwiha pêgirî ser parastina ewlehî û istiqrara herêmên di bin kontrola xwe da kir û hikûmeta Colanî berpirsê wan êrişana û piştgirîya ji wan komana zanî ku istiqrara navçeyê têk didin.