Giranbûna pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Colanî û hêzên HSD`ê li Dêr Hafirê
Ferhad Şamî, Berdevkê navenda medyayê ya HSD`ê bal kişand ser gera nû ya pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên hikûmeta demkî ya Colanî li Dêr Hafirê û got: Rewş di bin kontrolê de ye û hêzên me amade ne ku bersiva her êrişekê bidin.
Ferhad Şamî, bal kişand ser vê yekê ku hikûmeta demkî li parêzgeha Helebê peymana wajokirî navbera Ehmed Şeri û Mezlûm Ebdî, fermandarê HSD`ê binpê kir û ragehand şeva borî komeke çekdar a girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê dixwest êrişî hêzên me li mêhwera Dêr Hafirê li parêzgeha Helebê bike û wan hişyarî paşguh kirin, ku ev yek bû sedema pevçûnên di vê mêhwerê de. Ger çi hejmara deqîq a qurbaniyên leşkerî û sivîl yên pevçûnên şeva borî yên hêzên hikûmeta Colanî û hêzên HSD`ê de nehatiye ragihandin lê şahidên bûyerê bi ragehandina vê yekê ku di encama van pevçûnan de 6 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne, piştrast kirine Ebû Sufyan Idlibî, yek ji fermandên naskirî yên komên çekdar ên girêdayî Colanî, jî di van pevçûnan de hatiye kuştin.