Artêşa Tirkiyê Kobanê da ber gulleyan
Tebax 26, 2025 15:29 Asia/Tehran
leşkerên Tirkiyê yên ser sînor şeva buhurî bajarê Kobanê da ber gulleyan.
Leşkerên hikûmeta Tirkiyê yên li ser sînor, bêyî armanceka kivşkirî bajarê Kobanê dan ber gulleyan û di encamê de zarokekî 15 salî bi giranî birîndar bû. Ev karê leşkerên ser sînor ên Tirkiyê gefê li jiyana sivîlên bêsûc dixwe.