Sûriye li ber alozî û bê istiqrariyê ye
Berpirsekî Kurd ê Sûriyê got: Rewşa nika ya vî welatî dewsa çareserkirina qeyranê, alozî û bêbaweriya di nav gel de giran kiriye.
Bedran Çiya, berpirsekî Kurd ê Sûriyê got: Karên yekalî yên hikûmeta demkî ya Şamê, siyasetên mezhebî û destwerdanên rasterast ên Tirkiyê, pêvajoya veguherîna siyasî ya li welêt, nekara kirine û gefên ewlehiyê li Sûriyê zêde kirine. Vî rayedarê Kurd ê Sûriyê pêgîrî kir ku komkujî, karên yekalî yên hikûmeta demkî ya Şamê û siyasetên mezhebî, bûne sedema zêdebûna guman û bêbaweriyê di nava xelkê Sûriyê de û hikûmeta demkî ya Şamê vîna pêwîst ji bo biryardayînê tine û alûgorên vî welatî pirr ketine ber bandora destwerdanên rasterast ên Tirkiyê. Wî herwiha got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ji bo bersivdayîna li her cûre êrişa ser navçeyên di bin kontrola xwe de tam amade ne.