Eşkerekirina biryara hikûmeta Colanî ji bo êrişa ser herêmên kurdnişîn ên Sûriyê
Çavkaniyekî li artêşa Sûriyê eşkere kir ku hikûmeta demkî ya Colanî dixwaze heke peymana di navbera HSD û Colanî de neyê bicihanîn, êrişî herêmên di bin kontrola hêzên HSD bike.
Rojnameya The National çapa Amerîkayê ji zarê çavkaniyekî artêşa Sûriyê eşkere kir ku ger peymana di navbera Serfermandarê HSDê Mazlûm Ebdî û Colanî, Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê de, neyê bicîhanîn, artêşa Sûriyê dixweze berî Cotmeha îsal êrişên xwe yên berfireh ji bo kontrolkirina parêzgehên Reqe û Dêrezorê, ku di bin kontrola HSDê de ne, destpê bike.
Li gorî gotina çavkaniyê, hêzeke 50 hezar kesî bi piştgiriya eşîrên ereb ji bo êrişa ser deverên di bin kontrola HSD de hatine seferberkirin û bê guman ev êriş dê bi agahdariya Amerîkayê dest pê bike. Li gorî gotina vê çavkaniyê,dilnigeraniya Amerîkayê di vî warî de têkildarî helwesta Tirkiyê derbarê bidawîkirina desthilatdariya HSDê li bakur û rojhilatê Sûriyê ye.