Tebax 20, 2025 15:15 Asia/Tehran
  • Kuştina 56 kesî li zindanên hikûmeta demkî ya Colanî

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (COHR) ragihand ku di 8 mehên borî de herî kêm 56 kes li zindanên hikûmeta demkî ya Colanî hatine kuştin.

Li gorî rapora Zêrevana Mafên Mirovan a Sûriyê, ji Çile heta nîvê Tebaxa 2025an, 56 kes li zindanên hikûmeta demkî ya Colanî li Sûriyê hatine kuştin ku di nav wan de karmendên  hikûmetê,efserên berê, parêzer û ciwanên ku ji bo hevdîtina bi malbatên xwe re ji Ewropayê hatibûn xûya dikin.

 Di vê raporê de hatiye ku 8 kes di meha Çilê de, 13  kes di Sibatê de, 4  kes di Adarê de, 7  kes di Nîsanê de, 2 kes di Gulanê de, 3 kes di Hezîranê de, 9 kes di Tîrmehê de û 10 kes di nîva yekem a Tebaxê de hatine kuştin, û ev cinayet ji hêla saziyên ewlehiyê yên girêdayî  bi hikûmeta demkî ya Colanî ve yanê  Fermandetiya Operasyonên Leşkerî, Yekîneya Ewlehiya Giştî û Yekîneyên polîs û îstîxbarata Hums, Şam û Dêrezorê ne. Di vê raporê de her wiha hatiye ku şikence wek rêbazek sîstematîk jibo kuştinê li zindanên girêdayî bi hikûmeta demkî ya Colanî ve  tê bikaranîn.

Serepeyv