Fermandeyê Civata Leşkerî ya Suweydayê: Bila hêzên xwecî bibin yek û dezgehên navdewletî piştgirîyê bidin
Fermandeyê Civata Leşkerî ya Suweydayê xwest ku hêzên çekdar, rêxistin û dezgehên medenî û mezhebî ji bo pêkannîa ewlehî û aramîyê li Suweydayê hevkarîyê bikin û bibin yek û bila rêxistinên navdewletî jî erka xwe ya mirovî himber gelê vî şarî pêk bînin.
Tariq Şewfî Fermandeyê Civata Leşkerî ya Suweydayê di daxûyanîyekê da ji hemî alîyên çalak, komên çekdar, kesayetîyên sivîl û mezhebî yên vê herêmê xwest ku ji bo dabînkirina ewlehî û aramîyê li vî şarî û gundên wî, hevkarî û hevahengîyeke zêdetir bikin.
Tariq Şewfî herwiha ji rêxistinên navdewletî yên alîkar û komên NY xwest ku erka xwe ya mirovî hibmer gelê Suweydayê pêk bînin û wan himber şîyasetên tund biparêzin û ji bo raberkirina alîkarîyên demlidest ên pizişkî û mirovî, pêngaveke lezgîn rakin.
Şêx Mervan Rezeq yek ji mezinên civaka Durzîyên Suweydayê jî ji br êrişên giran ên hêzên Colanî ku di encamê da bi sedan kes bûn qurbanî rexne kir û xwest ku li Sûrîyê pergaleke nenavendî were damezirandin.
Wî pêgirî kir ku gelê Suweydayê ewlehî û aramîyê û pişikdarîya rastî ya di birêvebirina karên herêmî di çaeçova Sûrîyeyeke yekgirtî lê nenavendî dixwaze.
Wî bal kişand ser êrişên hêzên Colanî û çekdarên ser bi wî ser navçeyên Durzînişîn ji wan Suweydayê û got: Di encama wan êrişana da zêde ji 1300 kesî hatin kuştin. Têkoşerên xwecî li hibmer wan êrişana ber xwe dan û pevçûnên tund û giran qewimîn.
Şêx Mervan Rezeq amajeyî hewla hêzên Colanî ya bi hezaran hêz, tank û zêrêhpûşan ji bo ketina nav Suweydayê û talankirina mal û milkên giştî kir û ji civaka cîhanî xwest ku ji bo sekinandina komkujîyan bikevin dewrê.