Tevî ragihandina agirbestê,Şer û pevçûn li Siwêdayê berdewam e
Tevî ragihandina agirbestê ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve, wêne û vîdyo nîşan didin ku şer û pevçûnên di navbera hêzên Colanî û Dirûziyan li parêzgeha Swêdayê berdewam e
Li gorî çavkaniyên nûçeyan, piştî ragehandina agirbestê li parêzgeha Siweydayêhêzên Colanî agirbest binpê kirin û destdirêjî kirin ser xelkê sivîl û malên wan ên li vê herêmê.
Eşîrên ereb ên alîgirê Colanî dibêjin ku ew naxwzain ku ji Siwêdayê derkevin heta ku hikûmeta demkî ya Sûriyê û hêzên ewlehiyê kontrola vê navçeyê bigrin destê xwe.
Hevdem piştî ragihandina agirbestê, El- Colanî,Serokê demkî yê Sûriyê, got: DErketina hikûmetê ji hin deverên Siwêdayê bû sedem rewş qeyranîtir bibe.
Destwerdana Îsraîl û bombebarana eşkere ya başûrê welêt û Şamê bû sedem alozî vegere herêma Siwêdayê. Wî gotem spasiya helwêstên eşîrên Sûriy derbarê bûyerên Swêdayê dikin û bang li wan dikin ku bi tevahî şer rawestînin.
El-Colanî got: Em bêgunehiya xwe li hemû tevkujî û destdirêjiyên ku li Siwêdayê qewimîne radigihînin. Sûriye ne meydanek ji bo projeyên cudaxwaziyê ye.
Hîkmet El-Hecrî, rêberê manewî yê dirzîyên Sûriyê, weke berteka li himber ragehandina agirbesê li Suweydayê ragehand ku xalên kontrol û lêgeriyê dervey sînorên parzêgeha Suwêdayê tên avakirin ku rê li ber her komeke ne-xwecihî ku bixwez bikeve parêzgeha Siwêdayê, bigrin. Her wiha, destûr nayê dayîn ku tu aliyek derbasî gundên Siwêdayê bibe.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê her wiha ragihand ku hejmara kuştiyên şer û pevçûnên li Siwêdayê di heft rojên borî de gihîştiye 940 kesan.