Tîrmeh 14, 2025 15:50 Asia/Tehran
  • Li Sûrîyê pevçûn didomin; 137 kuştî û birîndar hene

Wezareta Karên Hundur a rejîma demkî ya Colanî li Sûrîyê ragihand k udi encama pevçûnên li parêzgeha Soweydayê da 137 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Wezareta Karên Hundur a rejîma demkî ya Colanî li Sûrîyê di daxûyanîyekê da amajeyî pevçûnên li parêzgeha Suweydayê kir û ragihand ku hêzên emnî yên vê rejîmê yê ji bo bidawîhanîna pewçûnên hanê zûka bikevin dewrê.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku heta nika 37 kes di encama pevçûnan da hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne. 

Navenda Ragihandinê ya HSDê jî ragihand ku êrişên berdewam ên dijî gund û şarên parêzgeha Suweydayê şermezar dike û radigihîne: Êrişa dubare ser gelê me li Suweydayê û tirs û xofa berdewam a himber welatîyan sedema dilnigeranîyê ye.  

 

Serepeyv