Destpêbûna pêla nû ya îdamkirinên meydanî li Sûriyê
Hezîran 07, 2025 20:54 Asia/Tehran
Rojnameyeke erebî derbarê destpêbûna pêleke nû ya êriş û îdamkirinan li Sûriyê agahî da.
Rojnameya El Exbar ragihand ku îdamkirinên li ber çavên xelkê li Sûriyê, bi taybet li navçeyê navendî û peravên vî welatî berdewam dikin, bi curekê ku di nav tenê 2 rojan de 18 kes ji aliyê terorîstan ve hatine kuştin.
Li gorî nûçeyeke din, tankên artêşa Rejîma Siyonîst îro ketine gundê Cebba yê li derdora Quneyterê û erdên Sûriyê hedef girtine, lê paşê vekişyan bilindahiyên Golana dagirkirî.
Medyayan her wiha behsa avakirina baregeheke leşkerî ya amerîkî li Sûriyê û sefera şandeke amerîkî bo Şamê kirin bona îmzekirina peymanekê ji bo avakirina vê baregehê ku pir muhtemel e li herêma Tenfê li başûr rojhilatê Sûriyê were avakirin.