HTŞ warên ayînî dikin hedef
May 06, 2025 16:48 Asia/Tehran
Çavkaniyên agehdar li Sûriyê basa êrişa çekdarên ser bi Colanî ve ser avahiyên ayînî kirin.
Van çavkaniyên agehdar ragihandin ku çekdarên ser bi rejîma Colanî di mehên buhurî de êrişî ser zêde ji 30 şûnewarên ayînî yên Elewî, Derûzî û kêmîneyên din ên ayînî li Sûriyê kirine. Ew êrîş bûne sedema wêranî, şewitandin, teqîn û girtina navendên olî û armanca wan ew e ku sembolên olî yên cûrbecûr li Sûriyê tune bikin.
Ji bilî van cihên olî, welatiyên Sûriyê yên ku ji kêmneteweyên olî ne ji aliyê çekdaran ve hatine revandin, îşkencekirin û di dawiyê de jî hatine îdamkirin.