Teqîna giran li baregeheke leşkerî li Hemaya navenda Sûriyê
May 03, 2025 16:08 Asia/Tehran
Îro piştî nîvro li baregeheke leşkerî li Hemaya navenda Sûriyê teqînên giran qewimîn.
Hevgavê destpêbûna geraa nû ya êrişên artêşa dagirker a siyonîst ser hin beşên Sûriyê çavkaniyên nûçeyan derbarê teqînên giran li Hemayê agahî dan û hinek çavkaniyan jî gotine ku ev teqîn muhtemel ji ber êrişên artêşa Rejîam Siyonîst qewimîne.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku piştî rêze teqînan ku li deverên berfireh deng vedan, dûkele tîr ji esmanê baregeha tîpa 47 a Artêşa Sûriyê li başûrê Hemayê bilind bû.
Çavkaniyên herêmî dibêjin ku piştî şewata li vê baregehê, agir pekiye cebilxaneyên artêşa Sûriyê jî.