Hêvîn Silêman: Rêkevtinameya Helebê dê bibe sedema bidawîhatina şerê navxweyî
Hevseroka Konseya Sivîl a Taxên Eşrefîye û Şêx Meqsûdê pêgirî kir ku rêkevtinameya dîrokî ya di navbera wekîlênm hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hevserokên taxên hanê da li Helebê, yê bibe sedema bidawîhatina şerê navxweyî û parastina ewlehîya navçeyê.
Hêvîn Silêmanê di hevpeyvînekê da got ku bi dû çend sal beerxwedan û têkoşîna li taxê Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, rêkevtinameyeke dîrokî di navbera wekîlên hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hevserokên Konseya wan taxana da hat wajokirin, ew rêkevtinameya encama berxwedana bi salan a gelê wan taxana himber hêzên dagirker û êrişên leşkerî ye.
Hêvîn Silêmanê herwiha amajeyî berxwedana niştecîyên taxên hanê himber êrişên Tirkîyê û hêzên ser bi Enqerê di sala 2016ê da kir û got: Niştecîyên taxên Eşrefîye û Şêx Meqsûdê bi vîna polayîn himber dagirkeran ber xwe dan û ev berxwedana roja îro veguherîye destkevteke dîrokî.