Nîsan 16, 2025 15:11 Asia/Tehran
  • Komkujiya elewiyan bandorek pir xerab ser hemû Sûriyê kir

Hevserokekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rexne li pêkhateya hikûmeta Colanî kir û got: Komkujiya elewiyan bandoreke gelek xirab ser hemû Sûriyê kir, ji ber ku ew peyamek bû ji bo hemû pêkhateyên din ên Sûriyê.

Fûza Yûsif tekez kir ku tenê bi guhertina siyasetan û pêdaçûna biryarên berê em  dikarin pêşiya hilweşînê bigirin.  Wî her wiha bal kişand  ser  pêwîstiya derketina Tirkiyê û komên girêdayî wê ji navçeyên dagîrkirî, vegera awareyan û pêkanîna ewlehiyê ji aliyê hêzên xwecihî ve û daxwaza rawestandina komkujiya elewiyan û mehkemekirina sebebkarên wê kir. Fûza Yûsif di dawiyê de jî bal kişand ser wê yekê ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê dikare alîkariya têkiliyên navçeyî û aramiya li  Sûriyê bike.

Serepeyv