Mezlûm Ebdî çend zaniyarî li ser rêkevtina bi Şamê re aşkera kir
Nîsan 13, 2025 16:23 Asia/Tehran
Serfermandê HSD`ê ragihand, Li siyaseta Tirkiyê li hember HSD`ê de pêşveçûnên berbiçav pêk hatine û got: Di dawiya rêkevtina me ya bi Şamê re, Tirkiyê zêdexwezî û mercên xwe yên tund wêde dane.
Mezlûm Ebdî herwiha got: Haya Tirkiyê ji naveroka rêkevtina me ya bi Mihemed El Colanî re tine. Ev rêkevtina rewşeka bi istiqrar pêk aniye û hikûmeta Tirkiyê jî di daxuyaniyên xwe yên fermî de zimanekî nermtir li ser HSD`ê bi kar tîne. Wî herwiha destnîşan kir: Em wiha têdigîjin ku Tirkiye razî ye ku HSD tevlî hêzên hikûmî bibe û eva jî pêşketineka berbiçav e.