Nîsan 06, 2025 16:20 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Me berî vîya jî gotîye ku em beşek ji Sûrîyê ne

Endamekî pillebilind ê Partîya Yekitîya Demokiratîk (PYD) li Sûrîyê derheq hewlên Tirkîyê ji bo têkdana rêkevtinameya dinavbera Serfermandarê HSD û Colanî da hişyarî da.

Salih Muslim endamê Hevserokatîya PYDê herwiha basa lihevkirina hêzên kurd û Şamê taybetî jî ya têkildarî Helebê û vegera xelkê Efrînê û yekirêzîya kurdan li Sûrîyê kir û pêgirî kir: Me berî vîya jî gotîye ku em beşeke Sûrîyê ne û qet naxwazin ku cida bibin.

Salih Muslim herwiah got ku Tirkîye vê gavê bûye gefek ser hemî Rojhilata Navînê, Enqere dixwaze astengên herî zêde ser rêya lihevkirina me û hikûmeta Şamê çê bike , lê bi nêrîna min ew berbend bêbandor in.

Wî herwiha dîyar kir ku di çend rojên bê da yê hemî partîyên kurd li Kurdistana Sûrîyê bicivin û kongire yan jî konfiransekê li dar bixin.

 

Serepeyv