Durûzî dijî qanûna bingehîn a hikûmeta demkî ya Sûrîyê derketin
Adar 14, 2025 18:40 Asia/Tehran
Dirûzîyên Sûrîyê dijî pêşnivîsa qanûna bingehîn a ku Colanî Serokê hikûmeta demkî ya vî welatî va hatîye raberkirin, derketin.
Beha Cemal Fermandeyê Operasyonê yê Dirûzîyan li Siwêydayê got ku Dirûzî dijî pêşnivîsa qanûna bingehîn a Sûrîyê ku ji hêla hikûneta demkî va hatîye raberkirin in. Wî herwiha got ku em bi awayekî fermî Colanî wek Serokê hikûmeta Sûrîyê nas nakin. Em herwiha dê her biryara ku li Sûrîêyê ser bingeha maqûlbûnê neyê dayîn, qebûl nekin.
MSD û Mesîhî jî dijî pêşnivîsa qanûna bingehîn a nû ya Sûrîyê derketine.