Sibat 28, 2025 15:50 Asia/Tehran
  • Piştî daxûyaniya Ocalan Tirkiye divê pêngava din bavêje

Salih Muslim, Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek berteka li himber daxûyaniya dîrokî ya Ebdullah Ocalan a ji bo hilweşandina PKK’ê, tekez kir ku niha êdî dora Tirkiyê ye ku berpirsyariya xwe bipejirîne û pêngavan bavêje.

Salih Muslim, Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) got: Ebdullah Ocalan bi hilweşandina PKK’ê rêyeke nû ji bo xebata kurdên Tirkiyê nîşan da û niha dora Tirkiyê ye ku pêngava din bavêje.

Salih Muslim herwiha tekez kir, çawa ku Ocalan hemû berpirsyariyên xwe li hember PKKê girt ser milê xwe, divê hikûmeta Tirkiyê jî di vî warî de berpirsyariya xwe qebûl bike û bernameyên xwe ji bo pêkanîna siyaseteke nû li hember  Kurdên vî welatî ragihîne.

Serepeyv