Amadetiya ciwanên Sûriyê jibo rawestana li ber artêşa terorê
Komek ji ciwanan başûrê Sûriyê ji bo rawestana li ber destdirêjiyên Israîlê ser welatê xwe çek hilgirtin.
Komek ji ciwanên Hûran li herêma başûrê rojavayê Sûriyê bi daxûyaniyekê ragihandin ku ji niha û pê ve dê amadetiya xwe ya leşkerî jibo rawestana li ber êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Sûriyê zêde bikin.Xortên sûrî di vê daxûyaniyê de, hişyarî dan artêşa Rejîma siyonîst ku ger êrişên xwe li ser Sûriyê berdewam bikin dê zirarê bikin ji vê kêliyê û pê ve amadetiya xwe ji bo rawestana êrişên dijminên siyonîst zêde dikin.Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên borî de, piştî berdewamîya dagîrkerî û êrişên zêde yên artêşa Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê, komên curbicur ên gelanî yên Sûriyê, ji bilî şermezarkirina van cinayetan ji hikûmeta demkî ya Sûriyê xwestin ku siyasetek cidî di vî warî de bimeşîne û ji aliyê din ve sersaiya hikûmeta colanî li hember cinayetên siyonîstan careke din gelê Sûriyê hêrs û dilnigeran kir.
Vê sibê Çavkaniyên nûçeyan careke din derbarê destdirêjiya leşkerî ya artêşa terorê ser başûrê Sûriyê û pêşdeçûna hêzên artêşa Rejîma Siyonîst nav devera leşkerî ya Tel Mesherê li taxa Quneytera rojhilatê Sûriyê û gulleavêtina ser wê deverê agahî dan.Artêşa Rejîma Siyonîst piştî derbasbûna ji gundê Seyda El-Golan li rojhilatê parêzgeha Quneyterê, derbasî navçeyên rojavayê parêzgeha Derayê bû û daxwaz ji welatiyên navçeyên sînorî yên parêzgeha Quneytera û Derayê kir, ku hinek deveran vala bikin.Komek ji leşkerên Rejîma Siyonîst jî bi pêşdeçûna li parzêgeha Derayê derbasî gundê El-Bekkar li rojavayê vê parzêgehê bûn.Konseya Hevkariya Kendava Farsê êrîşên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê û binpêkirina yekparçeyiya axa Sûriyê şermezar kir.