Derbasbûna Karwanê leşkerî yê Amerîkayê nav bakur û rojhilatê Sûriyê
Sibat 22, 2025 14:50 Asia/Tehran
Karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkî û hevpeymaniya navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê ku ji 36 kamyonên barhilgirê alavên leşkerî û lojistîk pêk dihat, gihîşt navçeya Hesekê.
Li gorî nivîsîna Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR), karwaneke nû ya hêzên amerîkî û hevpeymaniya qaşo dijî DAIŞê derbasî binkeya Qesrikê li derdora Wezîrî ya Hesekê li bakur û rojhilatê Sûriyê bû.
Ev Karwan ji Herêma Kurdistana Iraqê û ji Derbasgeha Sînorî ya El-Welîdê ve derbasî nav axa Sûriyê bû û ji 36 kamyon alavên leşkerî hilgirê sindoqên girtî, sarinc, çek û sîleh û sindoqên depokirinê, tankerên ardûyê û wesayitên zirxî bû.