Sibat 03, 2025 15:45 Asia/Tehran

Çavkaniyên agehdar li Sûriyê derbarê birêxistina kempêyneke berfireh jibo komkirina belgeyan li ser cinayetên n terorîstên di bin fermana El-Colanî, rêberê HTŞ agahî dan.

Çavkaniyên agehdar ragihandin ku  kempêynek li  qada saybêrî ji bo komkirina belgeyên cinayetên  terorîstan  yên di bin fermana Ebû Mihemed El-Colanî, fermandê HTŞ  û hikimdarê nû yê Şamê li Sûriyê, dest pê kiriye, ku rewşê jibo darizandina wan a navneteweyî amade bikin.

Van çavkaniyan destnîşan kirine ku di 24 sietên  borî de, daxwaziyên li ser torên civakî ji bo tomarkirin û parastina vîdeoyên salên borî yên têkildarî cinayetên terorîstên ser bi El-Colanî li deverên curbicur ên Sûriyê, ji wan  kuştin û  revandina welatiyan û îdamkirina meydanî zêde bûne.

Ji destpêka vê kempêynê  ve, di çend sietên borî de zêdetirî hezar vîdyo hatine komkirin. Xala balkêş ew e ku yên ku di van vîdyoyan de cinayetan  dikin, îro li Sûriyê  post û meqamên giring wergirtine.

Serepeyv