12 kuştî di encama teqîna trimbêleke bombekirî li Helebê
Li encama teqîna trimbêla bombekirî li rojhilatê parêzgeha Heleba Sûriyê 12 kes hatin kuştin.
Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku li bajarê Minbicê yê li rojhilatê parêzgeha Heleba Sûriyê, otombîleke bombekirî teqiya û di encamê de 12 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn ku çend ji wan jin bûn.
Du roja berî niha jî li navenda bajarê Minbicê ya ser bi bajarê Helebê li bakurê Derdora bendava Tişrîn a rojhilatê Minbicê 3 kes hatin kuştin.
Derdora bendava Tişrîn a rojhilatê Minbicê rojane û berdewam dibe şehedê şer û pevçûnên di navbera komên çekdar ên nasiyar bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê û mîlîtanên HSD.
Koma çekdar a nasiyar bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyê meha borî bi piştevaniya Tirkiyê kontrola bajar girtibû destê xwe.