Zêdebûna êrişên ser leşkerên amerîkî yên li Sûriyê
Çile 22, 2025 14:45 Asia/Tehran
Çavkaniyên Sûrî ragihandin ku êrişên ser dagirkerên amerîkî li Sûriyê zêde bûne.
Çavkaniyên sûrî îro ragihandin: Karwanê dagirkerên amerîkî li bajarê Hesekê li bakur- rojhilatê Sûriyê ket ber êrişan û hejmarek ji hêzên amerîkî birîndar bûne. Çavkaniyên hanê ragehandin: Bi dû vê teqînê, helîkopterên Amerîkayê li esmanê navçeyê dest bi gereçavdêriyê kirin.
Leşkerên amerîkî nûçeya vê êrişê sansûr kirine û ti hûrgilî derbarê wê belav nekirine. Çend rojan berî niha çavkaniyên agehdar ên sûrî ragihandin: Bo cara yekem ser rêya karwanekî leşkerên Amerîkayê li Heseka Sûriyê bombe hatiye danîn.