Çile 19, 2025 20:56 Asia/Tehran

Artêşa Tirkîyê bi balafirên cengê, xwofir ûtopan êrişî deverên curbicur ên derdora Bendava Tişrînê dike û ev êriş di halekî da ne ku bi hezaran kes ji niştecîyên herêmê greva xwe li wê bendavê didomînin.

Artêşa Tirkîyê ji duh va bi balafirên cengê, xwofirr û topan êrişî navçeyên derdora bendava Tişrînê dike û ew êriş di halekî da ne ku niştecîyên navçeyê nemaze kesên li Bendava Tişrînê ketine girevê û çekdarên ser bi wan li ber xwe didin.

HSD jî di bersiva êrişên çekdaran da operasyonnê serkevtî li dar dixe. Çavkanîyên nûçeyan jî ragihandin ku hêzên Tirkîyê bi merema avakirina binkeyeke leşkerî li parêzgeha Laziqîyê derbasî bakur-rojavaya Sûrîyê bûne. Pevçûnnê di navbera HSD û hêzên ser bi Tirkîyê da didomin. Gelê herêmê jî tevî şermezarkirina wan êrişana, ji civaka cîhanî dixwaze ku ji bo sekinandina êrişên Tirkîyê û piştgirîya ji mafên gelê Sûrîyê bikeve dewrê. 

Di vê navberê da Mezlûm Ebdî Serfermandarê HSDê ragihand ku ne çekan datînin û ne jî vê hêzê hildiweşîne, lê ti pirsgirêkek digel muzakireya ji bo avakirina Sûrîyeya yekgirtî ji hêla wan va tineye. 

Ji hêla din va balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst jî êrişên ser deverên curbicur ên Sûrîyê didomînin. 

Dilnigeranbûnnê têkildarî ewlehîyê jî yek ji pisgirêk û mijarên ciddî li Sûrîyê ne. Gel dilnigeranê êrişên komên çekdar ên Tehrîr Şamê û nearamîyên ser sînor in. 

Serepeyv