Çile 15, 2025 14:14 Asia/Tehran

Di taxeka Şama paytexta Sûriyê de hêzên HTŞ`ê ser bi Colanî, êrişî taxeka Kurdtêde kirin û ber bi malan ve gulle reşandin û çend mal jî talan kirin.

Îro Çarşemiyê hêzên HTŞ`ê êrişî kolana Zorava ya li Şamê kirin ku para zêde ya niştecihên wê Kurd in û paşê êrişî ser gelek malan kirin. Hêzên HTŞ`ê ser bi Colanî destpêkê ber bi xelkê navçê ve gulle avêtin, paşê ketine nav malan û talankirina malan destpê kirin û li endamên malan heqaret kirin. Ji hêla din ve balafirên Tirkiyê Çarşemiyê zêde ji 8 caran dorhêla Sirînê dan ber bombeyan. Di encama vê êrişê de ku li ser navçeyên xelktêde yên bajarê Sirînê cih hat, malbatek di bin kelefeyan de mane û hewldanên ji bo peydakirina kesên din ên ku di bin kawiliyan de mane hîna jî didomin. Ji hêla din ve Rejîma Siyonîst êrişên xwe ser axa Sûriyê didomîne û êrişî hin navçeyên Sûriyê kiriye. 

Hevrikiya Tirkiyê û Rejîma Siyonîst li Sûriyê roj bi roj zêde dibe û her du alî li dû zêdekirina qada nifûzê û bidestxistina berjewendiyên stratejîk in, lewra serokomarê Tirkiyê got: Divê hemû welat ji Sûriyê derkevin. Receb Teyib Erdogan got ku dê bi şanda rejîma Colanî ya ku dê di demek nêzîk de serdana Tirkiyê bike, li ser rêyên piştgirîkirina Sûriyê û avakirina vî welatî şêwirînek bê kirin. Siyonîst Enqerê wek hêmaneke ku rê li ber rol lîstina vê rejîmê li herêmê digire, dibînin. Ji aliyekî din ve, pevçûnên çekdarî di navbera pêkhateyên ser bi Colanî de ji ber nakokiyên li ser desthilat û rêveberiya bajarên bakurê Sûriyê derketine. Hejmarek ji serkirdeyên hikûmeta Colanî di dema belavbûna nakokiyên bi vê hikûmetê re ji çeteyên di bin fermandariya wî de cida bûn. Piştî van alûgoran, gotegotên derbarê rûdana şoreşekî dijî desthilata Colanî, fermandarê koma çekdar a opozîsyona HTŞ li Sûriyê, zêde bûne.

Serepeyv