Daxwaza cezakirina tawanbarên bêrêziya li Elewiyan li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352666-daxwaza_cezakirina_tawanbarên_bêrêziya_li_elewiyan_li_sûriyê
Serok û kesayetiyên Elewî li parêzgeha Humsê li navenda Sûriyê, tekezî li ser cezakirina dadwerî ya sebebkarên bêrêziya li kesayetiya Elewiyên cîhanê kirin.
(last modified 2024-12-26T12:10:28+00:00 )
Kanûn 26, 2024 15:50 Asia/Tehran
  • Daxwaza cezakirina tawanbarên bêrêziya li Elewiyan li Sûriyê

Serok û kesayetiyên Elewî li parêzgeha Humsê li navenda Sûriyê, tekezî li ser cezakirina dadwerî ya sebebkarên bêrêziya li kesayetiya Elewiyên cîhanê kirin.

Serokên Elewî yên parêzgeha Humsê ya Sûriyê, bi amajeya li rûdan û aloziyên vê dawiyê yên li vê parêzgehê, daxwaz kirin bila  sebebkarên bêrêziya vê dawiyê ya li Elewiyan ji alîyê dadweriyê ve werin şopandin. 

Şêxên Elewî yên parêzgeha Humsê herwiha tekezî li ser xwedûrxistina ji siloganên etnîkî û radestkirina hemû çekên li ber destê welatiyên Sûriyê ji bo aliyên peywendîdar di nava 5 rojan de kirin.

Duh Çarşemiyê piştî bêrêziya li  kesayetiyê mezin ê Elewî Şêx El Xoseybî ji aliyê terorîstan ve û agirberdana li vî cihî, xwenîşandanên berfireh li Humsê û bajarên din ên Sûriyê ku xelkên elewî jî tê de hene, destpê kirin. Bi hezaran xelkê Sûriyê li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê dijî şewitandina mezargeha Şêx Ebî Ebdullah El Hiseyn Bin Hemdan El Xoseybî El-Elewî li devera Mîslon a bajarê Helebê xwenîşandan li dar xistin. Her wiha li bajarê Mesyaf li dorhêla bakur rojavayê Hemayê xwenîşandanek ji bo şermezarkirina kuştina sê dadwerên Elewî ku duh hatibûn kuştin, pêk hat.