Kanûn 24, 2024 20:21 Asia/Tehran

Artêşa Rejîma Siyonîst alavên leşkerî yên zêdetir ji Colana Dagirkirî ve veguhestine navçeyên curbicur ên li parêzgeha Quneyterê.

Bi derbasbûna midehekî ji têkçûna  hukûmeta Şamê û bi desthilatdarbûna neyarên çekdar li ser karûbarên Şamê, artêşa Rejîma Siyonîst hîna jî di halê êrişa ser navendên stratêjîk di kûratiya axa Sûriyê ye. Çavkaniyên xwecihî herwiha basa firrîna berfireh a hêlîkopterên sîxuriyê yên Rejîam Siyonîst ser esmanê parêzgeha Quneytere ya Sûriyê û navçeya Hewz El Yermûkê li rojavaya parêzgeha Derayê kirin.

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê jî basa teqîna tirombîleka bombebarkirî li navenda bajarê Minbicê li bakûrê vî welatî kirin ku di encamê da çend kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Duh jî pevçûneka giran di navbera HSD û şervanên ser bi Tirkiyê ve li Minbicê da qewimî û heta dawiyê şevê jî berdewam bû. Anegorî daxuyaniya ku HSD`ê weşandiye, hêzên Kurd navçeya Ebû Qelqelî xistine bin kontrola xwe û bi vî awayî metirsiya êrîşa li ser bendava Teşrînê ji holê rakirine. Ji aliyekî din ve, êrîşên artêşa Tirkiyê ser navçeyên di bin kontrola HSD’ê de li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê hîna jî didomin. Çavkaniyên medyayî ragihandin ku artêşa Tirkiyê çendîn êrişên bi xwefiran dijî çeperên HSD’ê yên li çarrêya gundê Serîn a başûra bajarê Kobanê pêk anîne. her wisa çend xwenîşadan li navçeyê başqe başqe yên  Demêşqî li dijî hêzên çekdar hatine lidarxistin.Ev xwenîşandana piştî wê hate lidarxistin ku kesên çekdar agir berdabûn darên Kirîsmesê. Tê gotin Kesên çekdar bi çekên xwe gef li welatiyan xwarine û nehiştin ku nêzî dara Kirîsmesê bibin. Amerîka jî bi behaneya zêdebûna gefên xwedêgiravî  li dij  artêşa vî welatî li Sûriyê leşkerên zêdetir şandine Sûriyê.

Serepeyv