Kanûn 24, 2024 18:15 Asia/Tehran
  • Tevhevbûna komên çekdar di Wezareta Berevaniya Sûriyê de

Serkirdeyê HTŞ`ê ragihand ku ew bi serkirdeyên komên çekdar ên vî welatî re li hev kirine ku ew hilweşin û di bin sîwana Wezareta Berevaniyê de bibin yek.

Ehmed El Şeri(Ebû Mihemed El Colanî) roja Sêşemê, civîneke berfereh bi serkirdeyên komên çekdar ên neyar li welat re li dar xist. Di encama vê civînê da hevhatinek ji bo hilweşîna hemû koman û tevlîbûna wan di wezareta berevaniyê de pêk hat.

Helbet hinek komên çekdar hîna jî li hin navçeyên Sûriyê bi taybet li bakûr rojava û rojava û herwiha rojhilat û bakûr rojhilat hene ku naxwezin tevlî wezareta berevaniyê bibin.

Serepeyv