Êrîşên Rejîma Siyonîst ser sê navçeyên din li Sûriyê
Balefirên cengê yên artêşa Rejîma Siyonîst di dewama erişa xwe ser Sûriyê de hin navçeyên Hemayê li rojava û hin navçên Şam û Suweydayê li başûrê vî welatî bombebaran kirin.
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst vê sibê baregeheke leşkerî ya li herêma Misyaf li rojavayê Hemayê bombebaran kirin.
Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst her wiha Şama paytexta Sûriyê jî dan ber êrişan.
Koma Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragehand attêşa Îsraîlê navenda leşkerê çaremîn a Sûriyê li Şamê bi mûşekên teqînê yên bi hêz kir armanc.
Artêşa Rejîma Siyonîst her wiha bajarê Qasyûnê û firokexaneya Xelxelê li derdora Suweydê li başûrê Sûriyê bombebaran kir.
Artêşa rejîma dagirker pêştir jî navendên artêşa Sûriyê li Laziqiyê û Tertûsê li başûrê rojavayê vî welatî bombebaran kiribûn.