Kanûn 13, 2024 20:17 Asia/Tehran

Hevgavê ketina artêşa rejîma dagirker a Israyîlê nav kûratîya axa Sûrîyê di van rojên dawîn da, radyoya artêşa Rejîma Sîyonîst ragihand ku kabîna vê rejîmê ser dagirkirina devera Cebel Şêx a Sûrîyê ji bo damezirandina herêma navbirr li vê navçeyê razî bûye.

Di dewama hewlên Rejîma Sîyonîst ji bo sûdwergirtina narewa ji rewşa qeyranî ya Sûrîyê û hewla ji bo dagirkirina deverên zêdetir ên axa Sûrîyê, artêşa Rejîma Sîyonîst heta nika 14 kîlometran katîye nav axa Sûrîyê û medyayan ragihandin ku maşînên leşkerî yên artêşa Rejîma Sîyonîst ji bo cara yekem piştî sala 1974ê va ketin deverên başûra Sûrîyê.

Ji hêla din va hat ragihandin ku artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker hişyarî daye niştecîyên şarên Ofanîye, Quneytere, Hemîdîye, Semdanîye û Qhtanîyê li başûra Sûrîyê ku ji malên xwe dernekevin. 

Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst jî îro dagirkirina girikên istiratejîk ên Cebel Şêx li Sûrîyê, kêlîyeke dîrokî ya girîng ji bo vê rejîmê zanî.

Israyîl Kats got ku ev herêma piştî 51 salan zivirî di bin kontrola me da.

Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst herwiha got: Min ferman da artêşê ku xwe ji bo mayîna li girikên Çîyayê Hermonê di hemî demsala zivistanê da amade bike.

Çîyayê Hermonê yek ji navçeyên zef girîng û istiratejîk di nav axa Sûrîyê da ye.   

 

Serepeyv